Milîsên HBDH’ê li dijî komploya 9’ê Cotmehê çalakî kirin

Milîsên Mehmet Halît Oral ên HBDH’ê ragihand ku ji ber salvegera komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Edeneyê çalakî kirin.

Milîsên Mehmet Halît Oral ên HBDH’yê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Me 9’ê Cotmehê li dijî Komploya Navneteweyî li Edeneyê çalakî kirin.”

Di daxuyaniyê de çalakî bi vî rengî hatin rêzkirin:

“Şeva 3’ê Cotmehê me li navenda Edeneyê pankart li tesîsên Yenîbey Spor Gucu daliqand. Pankarta me heta roja piştre, daliqandî ma.

Şeva 4’ê Cotmehê jî me êrîşî nuqteya polîsan kir. Me bombe avêt nuqteya polîsan a li ser Cadeya Manîsali Alîbey a Taxa Barbarosê û me bi fîşekên hewayî êrîş kir. Me wesayîta polîsan a li nuqteyê hedef girt. Polîsên sivîl ji herêma şer reviyan. Milîsên me piştî şer bi rengekî serkeftî ji qada çalakiyê dûr ketin.”