Milîsên HBDH’ê li dijî kargeha zibil çalakiya sabotajê lidar xist

Milîsên Delal Amed ên HBDH’ê ragihand ku li Kocaeliyê li dijî kargeheke zibil çalakiyeke sabotajê lidar xistine.

Milîsên Delal Amed ên HBDH’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Êdî pêşî li hêrsa me ya li dijî tecrîda Îmraliyê, pergala îmhayê û zext û êrîşên faşîst ên li zindanan nayê girtin. Milîsên me bi çalakiyên xwe li her derê dibin dengê girtiyên şoreşger.”

Milîsên HBDH’ê yên ku diyar kirin ku wan di 31’ê Cotmehê de bi dirûşma "Em ê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bişkînin” çavkaniyên aborî yên dewleta Tirk hedef girtine, gotin ku wan li navçeya Korfezê ya Kocaeliyê li dijî kargeha zibil a alîgirên rejîma faşîst çalakiyeke sabotajê pêk anîne.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di çalakiya sabotajê ya ku me bi teqemeniyê pêk anî de, xisareke madî ya mezin li kargeha zibil a li Taxa Barbaros/Kolana Petrolê rû da."