Midûrê mescîta taybet û 8 wesayîtan
Midûrê Herêma 11'emîn a Rêya Bejahî ya Wanê Hasan Alî Arslan ku 8 wesayitên fermî bi kar tîne, li meqama xwe mescîdeke taybet çêkir.
Midûrê Herêma 11'emîn a Rêya Bejahî ya Wanê Hasan Alî Arslan ku 8 wesayitên fermî bi kar tîne, li meqama xwe mescîdeke taybet çêkir.
Hasan Alî Arslan ê ji Gîresûnê ye, ku ji aliyê AKP-MHP'ê ve li Midûriyeta Rêya Bejahî ya Herêma 11'emîn a Wanê hat tayînkirin û bi salan e li wê kursiyê rûniştiye, bi jiyana xwe ya luks, balê dikişîne.
Di îhaleyên ku di çarçoveya Midûriyeta Herêma Rêya Bejahiyan de tên kirin de herî kêm 2 wesayît ji mutehîdan tên xwestin. Ji ber ku ev wesayît di bin peymanê de ne, gendeliya qanûnî heye. Van wesayîtan ji hêla endezyaran ve ji bo karên kesane tên bikaranîn. Heta ajotvan û sotemeniya van wesayîtan jî ji aliyê mutehîdan ve tê stendin. Zarokên personelên AKP'ê bi van wesayîtan diçin dibistanê. Wesayîtên ku ji endezyarên kontrolê mane ji rêveberê herêmê û alîkarên rêveberan re têne veqetandin.
Midûrê Herêma 11’emîn a Rêya Bejahiyan Hasan Alî Arslan jî ku van îmkanan dide personelan, para xwe jî jê digire. Midûr Arslan 8 wesayitên fermî yên meqamiyê bikar tîne. Ji xeynî du wesayîtên meqamiyê yên taybet, Arslan otomobîlên luks ên di nav de 201 Caravella, 91 Audi A6, 2022 modela 3’mîn super B û A6’yek jî hene, ku bihaya wan ji mîlyonan zêdetir e bikar tîne. Arslan van wesayitan li otoparka xwe ya taybet diparêze.
Midûr Hasan Alî Arslan ku hezkiriyê otomobîlên luks e, li meqamê xwe mescîdeke taybet da çêkirin. Nahêle tu kes vê mizgeftê bi kar bîne. Midûrê ku odeya kargehê li gorî kêfa xwe xemilandiye xwe îhmal nekiriye û hemamek taybet çêkiriye.