Metîn Aydin di pêvajoyeke krîtîk de ye

Metîn Aydin di pêvajoyeke krîtîk de ye

Siyasetmedarê Kurd Metîn Aydin ku li Swîsreyê girtiye, ji bo protestokirina daxwaza radestkirina Almanyayê, dest bi greva birçîbûnê kir û çalakiya xwe ya di roja 45’emîn de veguherand çalakiya piştgiriya bi greva birçîbûnê ya li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê hatiye destpêkirin.

Kesên ku herî dawî çûn serdana Aydin dan zanîn ku rewşa wî krîtîk e û bi kotekî diaxive. Kesên diçin serdana Aydin da zanîn ku ger Aydin neyê razîkirin û greva xwe bidomîne, dê bi mirinê re rû bi rû bimîne.

5’ê îlonê Dadgeha Ceza ya Federal a Swîsreyê ji bo radestkirina penaberê Kurd Metîn Aydin ê ku bi hinceta endamên PKK’ê ye û ji bo PKK’ê endaman qezenç dike, biryar da. Dadgehê îtîraza li hemberî biryara radestkirina penaberê Kurd Metîn Aydin a di meha sibatê de hatibû dayîn û biryarê erê kir.

Metîn Aydin bi daxwaza darizandina Tirkiye û Almanyayê li Swîsreyê hate binçavkirin û nêzî saleke di girtîgehê de ye. Kurdê bi navê Metîna Aydin ê rûniştvanê Franseyê gava beriya salekê ji bo serdanekê hat Swîsreyê, bi daxwaza Almanyayê hat binçavkirin. Aydin nêzî salek e di girtîgehê de ye. Ji bo serbestberdana Aydin kampanya hat destpêkirin.