Redkarê wijdanî Halîl Savda û hevalên wî ku ji Roboskiyê ber bi Enqereyê ve meşa aştiyê dabû destpê kirin, giha navçeya Koçhîsar ku 100 kîlometreyan dûrî Enqereyê ye.
Redkarê wijdanî Halîl Savda û hevalên wî ji gundê Roboskiyê ser bi navçeya Qilabanê ku di 28’ê Kanûna 2011’an ji aliyê balefirên şer yên artêşa Tirk ve hatibû bombebaran kirin û 34 Kurd hatibûn qetilkirin, meşa aştiyê heya Enqereyê dabû destpê kirin, giha gundê Aktaş yê ser bi navçeya Koçhîsara Enqereyê.
Savda û hevalên wî dê di 20’ê Cotmehê de bigehîn Enqereyê. Savda û hevalên wî ku dê li Qada Sakarya ya Enqereyê bên pêşwazî kirin, dê hinek rêze hevdîtinan pêk bînin. Savda da diyakirin ku, meşa wan baş derbaz dibe û got; “Wekû me armanckirî dê meşa me li Enqereyê bi dawî bibe.”