Nûçeya Lezgîn: Ji Rêveberiya Tevgerê di salvegera merasîma şewitandina çekan de daxuyaniya girîng

Meşa Dirêj a Êzidiyan gihişte Maastrîchtê

Meşa Dirêj a bi armaca protestokirina êrîşên hêzên girêdayî PDK’ê ya li ser Şengalê, li bajarê Dûsseldrofê hata Brukselê hatibû destpêkirin roja 4’emîn jî li pey xwe hişt. Wê sibehê çalakger ji Maastrîchê ber bi bajarê Bîlzenê Belçîkayê ve bimeşin.

Êzidiyên ku îro di saetên sibehê de ji bajarê Heerlen ê Hollandayê dest bi rê ketin, 24 km meşiyan û xwe gihandin Maastrîchtê.

Çalakgerên ku li bajarên têre derbas dibûn rastî eleqeya Kurdistaniyan hatin.

Çalakgerên ku îşev wê şeva xwe li Maastrîchtê derbas bikin, wê sibehê ber bi bajarê Bîlzen ê Balçîkayê ve bimeşin.