Mele Bextiyarê YNK’yî: Ocalan jî dê bibe serokê welatê xwe

Mele Bextiyarê YNK’yî: Ocalan jî dê bibe serokê welatê xwe

Berpirsê Polîburoya YNK’ê Mele Bextiyar di kongreya BDP’ê de axivî û diyar kir ku rêberên ku di dîrokê de weke terorîst dihatin dîtin îro welatan bi rê dibin. Mele Bextiyar got, “Ez bawer im ku dê Tirkiye jî pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bike, Ocalan dê bibe serokê welatê xwe." Mele Bextiyar ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd daxwaza azadiya Ocalan kir.

Duwemîn Kongreya Awerte ya BDP’ê li Enqereyê berdewam dike. Berpirsê Polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar di kongreyê de axivî û got; “Min silavên Kurdistanê ji we re anî”. Mele Bextiyar kesên di salonê de û hemû gelê Kurd silav kir û destnîşan kir ku di dîrokêde Erefat û Castro weke “terorîst” hatin binavkirin, lê niha serokên dewletan in. Mele Bextiyar got, “Ez bawer im ku dê Tirkiye jî pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bike, Ocalan dê bibe serokê welatê xwe."

Mele Bextiyar diyar kir ku komkujî û mirinan nekarîne dawiya gelê Kurd b înin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Bextiyar got; “Ger dê Ocalan di çareseriya pirsgirêka Kurd rol bigire, divê serbest bê berdan.”

Mele Bextiyar got; “Zîndan biçûk in. Ji ber zîndanên di serê mirovan de hilweşiyane” û wiha domand; “Ev pirsgirêk bi zîndanan çareser nabin.”

Mele Bextiyar destnîşan kir ku dîmenên wîdi kongreyê de dîtiye, hêvî dane wî û got; “Ez di sala 1977 de 15 salî bûm, wê demê pêşmerge bûm. Lê em îro welatekî bi rê ve dibin ". Mele Baxtiyar wiha berdewam kri; "Îro ciwanên Kurd partî bi rê ve dibin, kongreya xwe pêk tînin. Ev kar bi înkarê nabe. Sûriye jî êdî azad dibe.”