Mehmet Durak piştî 30 salan hate berdan
Mehmet Durak piştî girtîbûna xwe ya 30 salan hate berdan. Durak ji aliyê TUAY-DER û xizmên xwe ve hate pêşwazîkirin.
Mehmet Durak piştî girtîbûna xwe ya 30 salan hate berdan. Durak ji aliyê TUAY-DER û xizmên xwe ve hate pêşwazîkirin.
Mehmet Durak li navçeya Pirsûs a Rihayê sala 1995’an hate binçavkirin û piştre ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ve bi îdîaya “yekîtî û hevpariya dewletê xira kiriye” cezayê hepsê yê heta bi hetayê lê hate birîn. Durak piştî girtîbûna xwe ya 30 salan ji Girtîgeha Ewlehiyê ya Bilind a Doşemealti ya Antalyayê hate berdan.
Durak li ber girtîgehê ji aliyê malbata xwe û rêveberên TUAY-DER’ê ve bi gulan hate pêşwazîkirin.
Durak ber bi Edeneyê ve ku mala malbata wî lê ye, bi rê ket.