14'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbalê piştî derbarê Rojnameya Ozgur Gundemê de cezayê girtina mehekê da û li ber berterên zêde biryar paşve kişand, niha jî 9'mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê derbarê Rojnameya Demokratik Vatan de bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" mehek cezayê girtinê da.
9'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê derbarê Rojnameya Demokratik Vatan de bi îdîaya di hêjmara 14-20'ê gulanê de "propaganda rêxistinê kiriye" mehek cezayê girtinê da. Dadgehê îdîa kir ku, di rûpela 1'em a hêjmara 7'min ya Rojnameyê de "Şehîdê me çespandina şerê azadiyê ye" û di pûpela 10'mîn de "Meha şehîdan" û di rûpelên 9, 11, 13, 14'an de cih daye wêne û daxuyaniyên gêrîlayên PKK'ê li gorî xala TMK 6/an "propaganda rêxistinê kiriye mehek cezayê girtinê birî.
Dozgeriyê derbarê Midûrê Karê Nivîsê Arafat Dayan de jî lêpirsîn da destpêkirin.
Berê jî 14'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbalê piştî derbarê Rojnameya Ozgur Gundemê de cezayê girtina mehekê dabû. Lê ev biryara dadgehê ji ber rasti bertekan hatibû paşve hatibû kişandin.