Meha Mijdarê li Tirkiyeyê 127 karker mirin

ÎSÎG'ê ragihand ku meha Mijdarê 127 karker li ser kar jiyana xwe ji dest dan. Di nava 11 mehên dawî de 1658 karker mirin.

Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) rapora xwe ya li ser kuştina karkeran a meha Mijdarê eşkere kir.

Di raporê de hate ragihandin ku meha Mijdarê 127 karkerî jiyana xwe ji dest dane. Li gorî raporê di 11 mehên destpêkê yên sala 2022'an de ji ber eciqandin, teqîn, ketina ji bilindahiyê, bi jehrbûn, asbestê hezar û 658 karkeran jiyana xwe ji dest dan.

Di raporê de hate ragihandin, ji karkerên jiyana xwe ji dest dan 338 karker li înşaetê, 327 karker li karên çandiniyê, herî kêm 2 karker jî di karê ragihandinê de jiyana xwe ji dest dan. Li Stenbolê 229 karkeran jiyana xwe ji dest dan.

26 ZAROKÊN DIHATIN XEBITANDIN, JIYANA XWE JI DEST DAN

Li gorî raporê 26 zarokên 14 salî û kêmî 14 salî di nava 11 mehan de jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku 35 zarok jî di navbera 15 û 17 salî de jiyana xwe ji dest dan.