Meha Îlonê zêdeyî 20 hezar koçber gihîştin Elmanyayê
Meha Îlonê zêdeyî 20 hezar koçber bi rêyên neqanûnî xwe gihandin Elmanyayê. Ev hejmar ji sala 2016'an û vir ve hejmara herî zêde ye.
Meha Îlonê zêdeyî 20 hezar koçber bi rêyên neqanûnî xwe gihandin Elmanyayê. Ev hejmar ji sala 2016'an û vir ve hejmara herî zêde ye.
Li gorî statîstîkên ji aliyê Rêxistina Polîsan a Elman ve hatin weşandin, meha Îlonê 21 hezar û 366 koçber bi rêyên neqanûnî ketin welêt. Ev hejmar ji Sibata 2016'an û vir ve rêjeya herî bilind e.
Bi meha Îlonê re hejmara koçberên di neh mehên destpêkê yên sala 2023'an de hatin welêt, 92 hezar kes derbas kir. Eger bi vî rengî dewam bike wê sala 2023'an di mijara koçê de bibe saleke ku rekorê bişikîne.
Serokwezîrê Elman Olaf Scholz li ser mijarê ji kovara Der Spîegelê re axivî û anî ziman ku polîtîkaya dersînorkirinê wê bê şidandin û got, "Yên ku mafê wan ê mayina li Elmanyayê nîne divê em bi rengekî komî dersînor bikin."
Scholz her wiha diyar kir ku divê kontrolên li sînor û sînorên derve yên Yekîtiya Ewropayê jî hîn bêhtir bêne parastin.
Elmanyayê hefteya derbasbûyî li ser sînorên Komara Çek, Polonya û Swîsreyê dest bi kontrolê kiribû. Li sînorê Awûstûryayê jî demeke kontrola polîsan tê kirin.