Meclîsê ji budçeya şer û hilbijartinê re got erê
Pêşniyaza Qanûna Budçeyê ya Rêveberiya Navendî ya sala 2023’yan di Meclîsa Tirk de hat qebûlkirin. Ji bo şer 470 milyar lîre budçe hat veqetandin.
Pêşniyaza Qanûna Budçeyê ya Rêveberiya Navendî ya sala 2023’yan di Meclîsa Tirk de hat qebûlkirin. Ji bo şer 470 milyar lîre budçe hat veqetandin.
Qanûnê Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2023’yan û Qanûna Hesab ê Teqez ê Rêveberiya Navendî ya Sala 2023’yan, bi 325 dengan hat qebûlkirin.
Heke mirov budçeya îsal û par bide ber hev; dahata ji bacê ku trîlyonek 470 milyar bû, ji sedî 255 zêde bû û bû 3 trîlyon û 200 milyar lîre, pereyê faîzê ji sedî 72 zêde bû û bû 565 milyar lîre, lêçûna parastin û lêçûnê ku 214,8 milyar lîre ji sedî 98 zêde bû û bû 470 milyar lîre, lêçûna mal û xizmetê ku 214,8 milyar bû, ji sedî 49 zêde bû û 319 milyar lîre; kêmasiya budçeyê ji sedî 137 zêde bû û bû 660 milyar lîre, transferên carî ku trîlyonek û 78 milyar bû ji sedî 56 zêde bû û bû trîlyonek û 682 milyar lîre.
‘MODELA NÛ YA ABORIYÊ’ YA AKP’Ê BI KÊR NEHAT
Dahata budçeyê ji bo sala 2022’yan dihat pêşbînîkirin trîlyonek û 472 milyar bû, hêviya ji dahata budçeya sala 2023’yan wek 3 trîlyon û 810 milyar lîre pêk hat. Bi budçeya sala 2023’yan de, budçeya li gor lêçûnên şer û ewlehiyê, xerckirina li faîzê û deyndariyê, hemû pêşniyazên “Modela Nû ya Aboriyê“ ya AKP’ê ku dawiya sala 2021’ê bi meriyet bû, jî bi avê de çû.
TUÎK ENFLASYONÊ MANÎPLE DIKE
Bi zêdebûna enflasyonê debara gel zehmet dibe, mirov xizan û deyndar dibin. Pêşniyaza bêyî guhertina tu xalekê, hat qebûlkirin, bû budçeyeke qerase ji bo desthilatdariya AKP’ê. Bi budçeya sala 2023’yan derket holê kêmahiya kêmasî di budçeyê çêdibe û ev budçe budçeya hilbijartinan e. Di nîvê sala 2022’yan de bi budçeyeke din pêdivî bi zêdekirina bacê hat dîtin. Bi budçeya sala 2023’yan eşkere bû ku enflasyona rastîn li Tirkiyeyê, ji sedî 160 e û derket holê Saziya Daneyan a Tirkiyeyê (TUÎK) di enflasyonê de manîplasyonê dike.
DEYNDARBÛNA BI 461 MILYAR LÎREYAN
279 milyar deyndarbûyîn a ku di Pêşniyaza Qanûna Budçeyê ya Rêveberiya Navendî ya Sala 2022’an dihat pêşbînîkirin, piştre ji sedî 5 hat zêdekirin û bû 293 milyar lîre. Lê hat zanîn ku ev sînor tê pêşbînîkirin, ne têrker e û 200 milyar lîre zêde daxwaza deyndarbûnê hatiye kirin. Ji bo deyndarbûyînê Fînasmana Civakê ya bi hejmara 4749 û divê madeyek li ser Qanûna Têkîldarê Sererastkirina Rêveberiya Deynan, bê zêdekirin. Lê hat zanîn ku hin xal li ser qanûna navbuhurî nehatine zêdekirin, deyndarbûyîn pêk hat. Ev rewş bi xilasbûna sala 2022’yan re, tevî budçeya zêde ya xezîneyê deyndarbûyîn weke 461 milyar lîre derket holê. Deyndarbûyîn a ku xezîneyê bi derqanûnî pêk anî, wê bi bûyîna deyndar a nû re bê girtin. Budçeya zêde ya ku destûra deyndarbûyîneke nû nade, di Kanûnê de bêyî guhertin pêk hat.
BUDÇEYA ŞER JI SEDÎ 98 ZÊDE BÛ
Muxalefetê bi buhabûna 98 ji şer û ewlehî re 470 milyar xerckirinê, pênaseya “budçeya şer” kir. Di tevahî tevdîtinên budçeyê de AKP û hevkarê wê yê biçûk li dijî vê pênaseyê derdiket, lê Alîkarê Serokê Giştî yê AKP’ê Nûrettîn Canîklî li xwe mikur hat. Canîklî rexneyên li ser bihabûna budçeyê parastina leçûna şer û ewlehiyê kir û got: “Yek heba muhîmatên bi aqil ên ji F-16’an tên avêtin, ji 400 hezar dolarê heta 1,2 milyon dolarê derdikeve. Lêçûna hebek a bombeya ku me herî me bi pêş xistiye, 1,2 milyon dolar e.“
BUDÇEYA ŞER Û HILBIJARTINÊ
AKP ku di her fersendê de dibêje: “Şer nîn e“, ji xeynî lixwemikurhatina Canîklî tez û renxeyên “budçeya şer” a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bê bersiv hişt û êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî weke şer qebûl kir.
Budçeya 2023’yan ku çavkanî ji jin, ciwan û kedkar re nehat cudakirin, weke “budçeya şer û hilbijartinê” ket nav dîroka meclîsê.