FLAŞ

Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê li dijî çeteyên artêşa Tirk ketin nav tevgerê

Ji Cîgirên Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê Armanc Cerablûs got mabeyna wan û çeteyên artêşa Tirk 3 kîlometre ye û wê destûrê nedin ku çete derbasî başûrê gundê Amarînah bibin.

Armanc Cerablûs daxuyanî da Ronahî TV, ragihand ku çeteyên bi piştgiriya artêşa Tirk tevdigerin gihiştine gundê Akşamal ê li başûrê Cerablûsê ye. Cerablûs diyar kir ku şervanên Meclîsa Leşkerî li gundê Amarînah in ku 3 kîlometreya dûrî vê nuqteyê ye, destnîşan kir ku wê nehêlin artêşa Tirk û çete ji vê nuqteyê derbasî milê başûr bibin.