Meclîsa Gel a Brîtanyayê ya Kurdan li paytexta Îngilîstanê Londonê 6’emîn kongreya xwe li dar xist.
Kongreya Meclîsa Gel a Brîtanyayê li Navenda Çandê ya Kurdan a li Londonê li dar ket û nêzî 200 kes beşdar bûn. Piştî rêzgirtinê, dîwan hat hilbijartin.
Di kongreyê de raporên xebatên Meclîsê hatin xwendin, nirxandin û rexne hatin kirin. Rexneyên ji aliyê delegeyan ve hatin kirin jî hatin nirxandin û qebûlkirin.
Her wiha di kongreyê de pêşketin û geşedanên siyasî jî hatin gotûbêjkirin. Meclîsê dest bi sîtema hevserokatiyê kir. Di encama hilbijartinan de Arzu Pesmen û Dursun Lâçin bûn hevserokên Meclîsa Gel a Brîtanyayê. Piştre jî komîsyonên din ên Meclîsê hatin hilbijartin.
Kongre bi mûzîk û şahiyê bi dawî bû.