Meclisa Gel a Herêma Başûrê Franseyê, bi tevlibûna nêzî sed delegeyî 8’emîn kongreya xwe ya asayî pêk anî. Meclisê gel yên Avîngnone, Montpellîer, St Rapheal û Marsiyal ku meclisên xwe yên herêmê ava kirin, xebatên xw eyên salekî nirxandin û piştre jî berdevkên xwe hilbijartin.
Kongre li Navenda Çanda Mezoptamya a Marsilyayê pêk hat. Siyasetmedar Suleyman Gunyelî di kongreyê de axivû li ser pêvajoya siyastê ya Kurdistanê axaftineke kir.
Siyasetmedarê kurd diyar kirku li çar parçeyên Kurdistanê pêngavên girîng hene û got di dîrokê de cara yekemîn de bi ruhekî netewî berxwedan heye. Gunyelî da zanîn ku li Rojhilata Navîn ya ku 40 mîlyon kurd lê hene înkarkirina wan zehmete û got kurd nêzî serketinê ne.
Gunyelî balkişand ser xetereyan û wiha got: “Di rewşa ku kurd têk biçin de asîmilasyona li ser kurdan dê şûnde vegere. Divê hemû kurd li dora Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê bibin xelek.”
Piştî ku rapora meclisê hate xwendin şûnde, endaman faliyetên xwe yên salane xwendin. Endamên meclisê berdevkên xwe yên nû diyar kirin û kongre bi dawî bû.
Meclisa Gel a Herêma Başûrê Fransayê di sala 2004’an de kongeraya xwe li Marsilyayê pêk anî. Li herêmên St Rapheal, Avîgnone û Montpellîer din ava demê bi komînan xwe bi rêve birin. Piştre kurdên vir Meclisa Herêmî ava kirin û tevli Meclisên herêmî bûn. Meclisa Herêmî ya Fransayê di heman demê de statuya Meclisa Gel a dibîne.