Meclîsa Ciwanên Azad a Parîsê kongreya xwe pêk anî
Meclîsa Ciwanên Azad a Parîsê kongreya xwe pêk anî
Meclîsa Ciwanên Azad a Parîsê kongreya xwe pêk anî
Meclîsa Ciwanên Azad a Parîsê îro kongreya xwe pêk anî.
Meclîsa Ciwanên Azad a Parîsê îro kongreya xwe pêk anî. Ciwanên li herêma Ile de France xebatên xwe dimeşînin tevlî kongreya li Navenda Civaka Demokratîk hate lidarxistin bû. Kongre saet di 13.00 de dest pê kir. Di kongreya bi rêzgirtinê destpê kir, pêşketinên dawî yên yên siyasî hatin nirxandin. Di rojevên din ên kongreyê de xebatên ciwanên Kurd ên li Ewropa û bi taybet li Parîsê, şoreşa Rojava, pêvajoya aşitiyê û gelek mijarên din hatin gotûbêjkirin.
Di kongreyê de pirsgirêkên ciwanên Kurd ên li Ewropayê û astengiyên li pêşiya rêxistinbûna ciwanan hatin gotûbêjkirin. Ciwana bal kişandin ser lîstikên DAIŞ’ê, dewleta Tirk û Fransa yên li ser ciwanên Kurd ên li Ewropayê û bal kişandin ku ji aliyê her sê pêkhateyan ve li hemberî ciwanên Kurd xebatên asîmîlasyon û dijminane hatine destpêkirin. Delegeyên Meclîsa Ciwanan destnîşan kirin ku bi rêya madeyên hişber, fihûş, qehwe û lîstikan êrîşî ciwanên Kurd dikin û bal kişandin ku divê Meclîsa Ciwanan di vî warî de xebateke taybet bimeşîne.
Ciwanan Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku di Komkujiya Parîsê de hatibûn qetilkirin bibîr anîn û dilsoziya bi rêxistinî ya ji bo bîranîna her sê jinan balê kişand ser xwe.
Piştî gotûbêjên hatin kirin, rêziknameya ji bo meclîsê hate amedekirin û kete dengdanê. Piştre bi beşdariya delegeyan hilbijartin pêk hat.
Meclîsa Ciwanên Azad a Parîsê bi beşdariya 49 endamên xwe hilbijartin pêk anîn. Ji bo Meclîsê sê berdevk hatin hilbijaritn û komîsyonên rêxistin, ciwan, jinên ciwan, çapemenî û xebatên federasyona futbolê yên girêdayî meclîsê hatin avakirin.