Meclîsa Ciwanan a HEDEP’ê: Ji bo azadiyê em ê li ber wan rabin!

Hevberdevka Meclîsa Ciwanan a HEDEP'ê Eda Îbrahîmoglû, diyar kir ku li dijî binçavkirin, girtin û pêkanînên sîxuriyê yên di demên dawî de zêde bûne, partiya wan wê li hemberî desthilatdariyê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya ciwanan bidomînin.

Hevberdevka Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Eda Îbrahîmoglû derbarê binçavkirin, girtin û ferzkirina sîxurtiyê ya di van demên dawî de zêde bûne û girtina endamê wan Mazlûm Kaya di 29’ê Cotmehê roja Yekşemê li Mêrsînê, li avahiya Rêxistina Bajêr a Stenbolê civîna çapemeniyê lidar xist.

Eda Îbrahîmoglû ku girtina endamê Meclîsa Ciwanên HEDEP'ê ya Mêrsînê Mazlûm Kaya weke berdewamiya zextan nirxand, diyar kir ku Kaya beriya ku were revandin rastî gef û tundiyê hatiye û got ku gef li wî xwarine ku eger ferzkirina sîxuriyê qebûl neke dê wî radestî DAÎŞ’ê bikin.

Eda Îbrahîmoglû got, “Em mîna desthilatdariyê ciwanan narevînin û tehdît nakin. Em mîna kesên xwe weke endamên polîsan nîşan didin û bi DAÎŞ’ê re têkilî datînin nînin. Em li dijî van avaniyan têdikoşin û di pozîsyonek dijberî wan de ne. Em ji vir bi zelalî dibêjin ku; Vîna hevrêyê me Mazlûm ku ji têkoşîna siyaseta demokratîk gavekê jî bi paş ve neavêtiye û ji ber ku desthilatdarî têk biriye hatiye girtin. Desthilatdarî careke din nîşan da ku ew ji ciwanan ditirse."

Îbrahîmoglû, anî ziman ku desthilatdarî kîjan rêbazê bikar tîne bila bîne, têkoşîna ciwanan a ji bo azadiyê wê dewam bike û dê li ber êrîşên wan rabin û got, “Bi têkoşîna ku em bi perspektîfa ku ji dîroka xwe digirin, em bang li hemû pêkhateyên şoreşger û demokratîk dikin piştgirî bidin me, hevgirtinê nîşan bidin û bi hev re têkoşînê mezin bikin. Bijî têkoşîna ciwanên me."