Meclîsa BDP'ê piştî 2'emîn Kongreya Awarte ya Mezin civîna xwe ya yekemîn li dar dixe.
Endamên Meclîsa BDP'ê yên piştî 2'emîn Kongreya Awarte ya Mezin hatin hilbijartin, serê sibê hatin Navenda Giştî ya BDP'ê. Piştî Hevserokên Giştî yên BDP'ê Gulten Kişanak û Selahattîn Demîrtaş hatin yekemîn civîna Meclîsa BDP'ê destpê kir. Çav lê ye ku di civînê de endamên Meclîsê rojevê binirxînin û hev û du nas bikin.
Dê endamên MYK'ê jî di civînekî din de bên diyarkirin.