'Me dilê xwe diyarî gelekî mezlûm û xakeke paqij kirin'
'Me dilê xwe diyarî gelekî mezlûm û xakeke paqij kirin'
'Me dilê xwe diyarî gelekî mezlûm û xakeke paqij kirin'
Bi pêvajoya şoreşê ya 4 sal in li Rojava pêk tê re, gelek dayikan zarokên xwe ji dest dan. Ji bo azadiya gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê, gelek dayikan zarokên xwe ji dest dane û hînê li cenazeyê zarokên xwe digerin. Gelek dayik ji bo dîtina hestiyên zarokên xwe hînê li ser goran dicivin. Û bi hêviya ku zarokên wan wê rojekê bê, çavên wan her tim li rê ne.
Yek ji van jî Bedriye Huso ye ku berî 11 mehan kurê xwe li Til Hemîsê winda kir. Dayik Huso anî ziman ku wan Sozê ji her tiştî vedigirt û got, "Dema zarok bû gelekî hez ji lîstika gokê û ajotina bîsîkletê dikir. Piştî emrekî me jê re bîsîkletek kirîn. Dema dest bi dibistanê kir, ji ber ku biçûk bû, xwişka wî ew diparast. Roniya çavê me hemûyan bû."
Dayik Huso ku gelekî bêriya kurê xwe dike axaftina xwe wiha dewam dike: "Ji bo zarok li wî nedin, carna ez diçûm ber dibistanê, bi saetan li benda lîstika wî disekinîm. Gelekî bi perwerdeya wî re eleqedar dibûm. Min timî jê re digot ku dixwazim ew bibe xwedî pîşeyekî." Dayik Huso diyar kir ku Sozê li taxê ji aliyê her kesî ve dihat hezkirin û got, "Gelekî hurmet nîşanî mirovan dida. Hem diçû dibistanê hem jî bi bavê xwe re li ser traktorê dixebitî. Destê xwe diavêt her karî. Piştî lîseyê dibistana bilind a Hesekê qedand. Gelekî xwedî exlaq û paqij bû."
'LI ENIYA PÊŞ HER TIM EW HEBÛ'
Bedriye Huso diyar kir ku bi Şoreşa Rojava re kurê wê tevlî xebatên şoreşê bûye û got, "Bi wan re diçû eniya pêş ji bo şer bike. Berî tevlî nava refên YPG'ê bibe her tim bi hevalan re dixebitî. Li YXG dixebitî. Li eniyên pêş her tim ew hebû."
Dayik Huso ragihand ku ji bo dest ji kar berde wê timî henek bi kurê xwe dikir û bi vî rengî behsa bîranîneke xwe kir: "Min rojeke ji Sozê re got, ez ê ji te re wesayîtekê bikirim, daweta te çêbikim. Êdî neçe eniya pêş a şer. Sozê ji min re got, 'Ez dawetê, wesayîtê naxwazim û ti carî jî dest ji xebata bi hevalan re bernadim."
Dayik Huso diyar kir ku kurê wê hem di nava xebatan de cih digirt hem jî li kargehê dixebitî û got, "Kurê min keda xwe bi hevalên xwe re parve dikir. Qîmet dida hevalên xwe. Motoreke wî jî hebû, gelekî jê hez dikir."
Dayik Huso bi rûketiyeke dilşewat anî ziman ku kurê wê kengî dihat malê ew jî bi çarika xwe dibeziya ber derî û got, "Kengî dihat, diketim heyecanê. Her carê mîna ku cara yekemîn e tê malê. Min xwarina wî jê hez dikir çêdikir û li benda hatina wî bûm."
Dayik Huso da zanîn ku tevî temenê wî biçûk bû jî rê û rêbaz nîşanî wan didan û destnîşan kir, ku kurê wê neheqî li kesî nekiriye.
'HER CIWANEKÎ ŞEHÎD KURÊ MIN E'
Dayik Huso ragihand ku dayikên Kurd li çar parçeyên Kurdistanê heman êşê dikşînin û got, "Li vir, her ciwanekî şehîd dikeve mîna kurê xwe hembêz dikim. Gora kurê min nîne, lê gava her carê diçim goristanê, diçim ser gorên şehîdên malbatên wan ne li vir in. Gora kurê min nîne. Lê şehîd hemû kurê min in."
'GELEK ALIYÊN ME YÊN HEVPAR HEBÛN'
Dayik Huso diyar kir ku gelek aliyên wan ên hevpar bi kurê wê re hebû û got, "Me ji heman xwarinê hez dikirin. Gelekî ji dew hez dikir. Dema Sozê şehîd ket min sond xwar ez ê dew venexwim. Sozê nekarîbû bi rengên kesk, sor û zer xwe bixemilîne, ez ê jî bi xwe ve nekim. Heta mirinê ez ê hinê li serê xwe nekim, çavê xwe kil nekim."
'ÇAVÊN MIN HER TIM LI RÊ NE'
Dayik Huso ku her carê kurê xwe li ber derî bi rê dikir got, "Kurê min ji min re digot, di her oxirkirinê de ez dixwazim tu bikene."
Dayik Huso ku êvarekê bihîst kurê wê li Til Hemîsê bi hevalên xwe re jiyana xwe ji dest daye got, "11 meh in cenazeyê Sozê nîne. Min li nava yên bi wî re şehîd ketin nihêrî, ew nebû. Çavê min her tim li rê ye, dibe ku rojekê derkeve û bê. Xwezî min karîbûya saetekê ew hembêz bikira. Heta mirinê ez ê li Sozê bigereim û hesreta wî wê her tim di dilê min de be."
'KURÊ MIN NEMIR, YÊN AX TERIKANDINE MIRINE'
Bav Ekrem Îbrahîm diyar kir ku ew bi kurê xwe re dixebitî û rojên bi zehmet derbas kirin û got, "Sozê mirovekî durust û bi rehm bû. Bê berdêl kar dikir. Xwedî dilekî welê bû ku dikarîbû ji bo hevalên xwe canê xwe feda bike."
Bav Îbrahîm anî ziman ku ew bi kurê xwe serbilind e û got, "Ti tişt ji zarok şêrîntir nîne. Lê belê evîna me ya li welatê me ji evîna me ya li zarok derbas kiriye. Me jî dilê xwe diyarî gelekî mezlûm û axeke paqij kirine."
Bav Îbrahîm diyar kir ku ew li pêşiya daxwaza tevlîbûna YPG'ê ya kurê xwe nebûne asteng û destnîşan kir ku kurê wan ketiye ser rêyeke bi şeref û namûs, ev yek jî ji bo wan pîrozmend e. Bav Îbrahîm da zanîn ku kurê wan ji bo berjewendiyê gelekî şer kiriye û got, "Kurê min nemir. Yên zarokên xwe ji parastina vê xaka pîroz vegirtine, mirine."
'BIRAYÊ MIN GELEKÎ JI KURDÎ HEZ DIKIR'
Xwişka Sozê Zozan Îbrahîm jî diyar kir ku birayê wê gelekî ji Kurdî hez dikir û got, "Em bi hev re diçûn qûrsê. Her tim em di nava pêşbirkê de bû. Ew gelekî zû hî dibû. Lê belê berî asta yekemîn biqedîne birayê min tevlî nava refên YPG'ê bû."
Îbrahîm anî ziman ku li ber bidawîbûna qûrsê birayê wê jiyana xwe ji dest daye û got, "Mamosteyê Kurdî gelekî ji Sozê hez dikir. Bala wî ay li ser Kurdî dizanîbû. Bi şehadeta wî re sertîfîkaya wî dan."
Îbrahîm da xuyakirin ku ew ê têkoşîna birayê xwe dewam bike.