Malbatên gerîlayan li Parîsê li hev civiyan

Malbatên gerîlayan li Parîsê li hev civiyan

Malbatên gerîlayên Kurd ên li berbajarên paytexta Franse Parîsê dijîn, di çalakiya bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê yên meha cotmehê de li hev civiyan. Di çalakiyê de peyama aşitî û yekitiyê hate dayin.

Çalakiya bîranînê êvara 19’ê cotmehê li salona Espace Venise ya berbaraja Sarcelles a Parîsê pêk hat. Malbatên gerîlayên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin pêşwazîkirin. Di salonê de pankara mezin a bi navê “Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî ser bikevin”hate vekirin û salon bi wêneyên gerîlayên jiyana xwe ji dest dan hate xemilandin.

Li ser dikê posterek mezin a li ser “Şehîdên me rûmeta me ne” nivîsandibûn balê kişand. Li ser vê posterê wêneyên gerîlayan, her wiha di salonê de alên KCK, PKK jî hebûn. Li aliyê din ê dikê ala tevgera jinên Kurd KJB’ê hebû.

Piraniya malbatên ku hatin wêneyên zarokên xwe yên gerîla anîn. Wêneyan li ser maseyê ku bi mûm û kulîlkan hatibû xemilandin danîn. Bername li gel rêzgirtinê û sîrûda Ey Reqîbê dest pê kir. Sîrûd ji aliyê Hozan Comert ve hate xwendin.

Li ser navê tevgera jinan Sakîne Karakoçan axaftina vekirinê kir û diyar kir ku ew di pêvajoyeke dîrokî de ne û got ku divê gelê Kurd vê firsendê wenda neke. Karakoçan diyar kir ku dîrok xwe dubare nake û banga hişyariyê li gelê Kurd kir.

Karakoçan bal kişandser rewşa Rojavayê Kurdistanê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî û got; “Em dê Rêber Apo azad bikin, em dê bi xwe statuya xwe diyar bikin.”Karakoçan bal kişand ser gerîlayên jin ên di meha cotmehê de jiyana xwe ji dest dabûn û got; “Dilsoziya bi şehîdan re têkoşîna me mezintir dike.”

Bênavber dengê dirişûma “Şehîd Namirin” ji salonê bilind bû û silav ji Ocalan re şandin. Piştre sînevîzyonek li ser jiyana gerîlayên di cotmehê de jiyana xwe ji dest daye hate nîşandan. Di nav vana de Gulnaz Karataş (Bêrîtan) gerîlaya Alman Andrea Wolf (Ronahî), Gurbetelî Ersoz û Canda ya bi eslê xwe Tirk jî hebûn.

Piştî hunermend Nûarîn der ket ser dikê, sînevîzyona ji bo Rûken Bîngol (Sevcan Algunerhan) a ku ji Parîsê tevî nava refên gerîlayan û di 22-24’ê cotmeha 2011 de li Çelê jiyana xwe ji dest da bi sînevîzyonekê hate bîranîn. Malbata Rûkenê jî di çalakiyê de amade bû.

Piştre Hozan Comert derket ser dikê. Heyva Sor a Kurdistanê navê malbatên şehîdan tomar kir û diyar kir ku ji Parîs û derdora wê nêzî 100 malbatên şehîdan tevlî çalakiya bîranînê bûne. Çalakî heta derengiya şevê berdewam kir.