Malbatan zilma li girtîgehan protesto kirin
Malbatên ku li ber Baroya Îzmîrê Nobeta Edaletê didomînin, zilma li girtîgehan şermezar kirin.
Malbatên ku li ber Baroya Îzmîrê Nobeta Edaletê didomînin, zilma li girtîgehan şermezar kirin.
Nobeta Edaletê ya ji aliyê malbatan ve li ber Baroya Îzmîrê ji bo serbestberdana girtiyên nexweş û yên ku înfaza wan hatine şewitandin hatî destpêkirin, di roja xwe ya 5’emîn de berdewam dike. Dayikên girtiyan bi pankartên bi nivîsa "Ji girtiyên nexweş re azadî" û "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" nobeta xwe didomînin. Malbatan xwestin ku raya giştî dengê wan bibihîze û dayikên zarokên wan girtî jî bi wan re bin.
LI DIJÎ TECRÎDÊ TÊBIKOŞIN
Hanim Sever anî ziman ku ji bo zarokên xwe 5 roj in nobetê digirin û got ku ew ji bo rakirina tecrîda li girtîgehan ji bo girtiyên nexweş û yên ku nehatine berdan têdikoşin. Sever bal kişande ser Aysel Tûglûk ku ew jî girtiya bi nexweşiya giran e û nehat berdan û got, “Bi hezaran girtiyên nexweş ên mîna Tûglûk hene. Zarokên me yên nexweş nabin doktor û nayên dermankirin. Xizmên me li girtîgehan dimirin. Piraniya wan xistine nav yek hucreyê. Êşkence û her cure zextan li wan dikin. Dikujin û paşê jî dibêjin xwe kuştiye. Êdî dawî li vê zilmê bînin."
'EM HETA ENCAMÊ BISTÎNIN EM DI ÇALAKIYÊ DE NE'
Sever ji hemû malbatên ku zarokên wan di girtîgehê de ne xwest ku tevlê çalakiya nobetê bibin û diyar kir, “Bila ji bo zarokên xwe werin cem me. Bila her kes dengê me bibihîze. Heta ji destê me bê em ê vê yekê bidomînin. Heta zarokên me neyên berdan em naçin. Ger zarokên me neyên berdan em ê li hemû kûçe û kolanan bin. Cihê wê li kU dibe bila bibe em ê serî li her derê bidin"
Dayika girtiyan Fatma Sûrme jî wiha axivî: “Zarokên me di zindanan û di bin tecrîdê de ne. Ji bo bidawîkirina vê zilmê divê em bi hev re têbikoşin.”