Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din ku li Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de ne, bi daxwaza hevdîtinê serlêdanên nû kirin.
Malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din ku li Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de ne, bi daxwaza hevdîtinê serlêdanên nû kirin.
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku nêzî 3 sal in agahî jê nayê girtin, Mehmet Ocalan û vasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî ji bo hevdîtinê serî li heman saziyan dan.
Ji 25’ê Adara 2021’an ve agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin.
Parêzer ji bo hevdîtinê hefteyê 2 caran serlêdanan dikin, lê bersivek erênî yan nerênî nastînin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava 12 salan de tenê 5 caran bi parêzeran re hevdîtin kiriye. Herî dawî 7’ê Tebaxa 2019’an hevdîtina bi parêzeran re pêk anîbû.