Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên sê girtiyên din ên li Îmraliyê tecrîdkirî ne, ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên sê girtiyên din ên li Îmraliyê tecrîdkirî ne, ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.
Nêzî sê sal in bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin. Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Di heman demê de birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî bi heman daxwazê serî li saziyên pêwendîdar dan.
Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin.
Parêzer hefteyê du caran serlêdanê dikin lê belê nikarin bersivê werbigirin.
Di nava 12 salên dawî de parêzeran karîbûn tenê 5 caran hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bikin. Hevdîtina herî dawî parêzeran di 7'ê Tebaxa 2019'an de pêk hatibû.