Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên sê girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo karibin hevdîtinê bikin serlêdan kirin.

Mehmet Ocalan birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, Alî Konar birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbatan bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serî li Midûriyeta Girtîha Îmraliyê jî dan.

Parêzer hefteyê du caran ji bo karibin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin serlêdanê dikin. Lê belê serlêdan bi rêk û pêk bêbersiv tê hiştin. Carna piştî bi mehan ji parêzeran re tê ragihandin ku cezayê dîsîplînê li Rêberê Gelê Kurd hatiye birîn û ew ceza weke hincet tê nîşandan.

Herî dawî di 13'ê Nîsanê de cezayê qedexeya hevdîtinê li Ocalan hatibû birîn û piştî ku qedexe di 18'ê Cotmehê de bi dawî bû, ev qedexe bi rengekî otomatîk ji bo şeş mehên din hate dirêjkirin.

Fikarên li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd piştî serdana Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) a 20-29'ê Îlonê zêde bûn.