Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên sê girtiyên din ên li Îmraliyê bi daxwaza hevdîtinê serlêdan kirin.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ji bo hevdîtinê serlêdean kirin.

Bi daxwaza hevdîtina roja Duşemê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê hate dayin.

Heman daxwaz bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê li Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê hate kirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku sala 1999'an bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin, ji hingî ve li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de tê hiştin.

Axaftina herî dawî ya bi Abdullah Ocalan re hate kirin 25'ê Adarê bi rêya telefonê bû. Lê belê ev axaftina ku bi birayê Ocalan Mehmet Ocalan re hate kirin nîvco mabû.