Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, tevî xizmên girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ji bo karibin roja Duşemê hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbatan bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serî li Rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê jî dan.