Xwişka Hasan Ocak ê ku di sala 1995'an de di binçavan de hate windakirin û di doza Ergenekonê e der heqî wî de gelek îdîa derketin holê Masîde Ocak axivî û wiha got: "Destê me dê di qirika kujeran de be. Em ê derew û hileyên pehlîvanên sextekar herdem li nava çavê wan bidîn."
Malbata Hasan Ocak ê ku di 21'ê berfanbara 1995'an de hate binçavkirin hate windakirin û pişt re cenazeyê wî li ser hewildanên mafên mirovan û malbatê li goristina bêkesan hate dîtin têkildarî îdîayên doza Ergenokê ya komkujiya Gaziyê de daxuyanî da çapemeniyê.
Dayîka Ocak, Emîne Ocak, xwişka wî Masîde Ocak, parêzer Gulseren Yolerî, Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Îlker Eraslan û rêveberên ESP'ê tevlî daxuyaniyan li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bûn. Prz. Avukat Gulseren Yolerî, diyar kir ku Hasan Ocak di têkoşîna windayan de sîmge ye û wiha got: "Serlêdana me ya di doza Ergenekonê de ya mudaxiliyê nehate qebûlkirin. Çiqas malbata Ocak têkoşîna xwe berdewam bike ewqas agahiyên qirêj derdikevin. Dewlet îşkenceyê li malbatên windayan jî dike. Em pêşiya kiyarên bernadin. Di aliyê hiqûqî de em dê her tim têkoşîna xwe berdewam bikin."
Xwîşka Hasan Ocak Masîde Ocak jî têkildarî îdîayên di doza Ergenekonê yên bi îfadeyên "şahidê nepen" de wiha got: "Hasan Ocak ji aliyê hêzên dewletê ve hate qetilkirin, dozgerê dewletê biryar otopsiyê da û piştî şopa tiliyan revandin û veşartin. Wezîrê Berpirsiyarê Mafên Mirovan ê wê demê gotibû 'Roja Hasan Ocak hate peyda kirin roja di wezareta min de ya herî nebaş bû. Dewlet li vir ser sûc hate girtin' Ev yekê ji aliyê DMME'yê ve jî weke biryar hate gîrtin û dewlet sûcdar hate îlankirin." Maside Ocak destnîşan kir ku derbazbûna navê Hasan Ocak ya di doza Ergenekonê de ji ber serlêdana mudaxîlbûyîna dozê kirî û hatiye red kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: " Malbata me ku divî alî de lêpirsîn berfirehkirin ji bo ku faîlên rast bibîne û xwesteka wan ya mudaxilîbûnê ya dozê bê qebûlkirine. Em jî wê heya nefesa xweya dawiyê xwestekên xweyên heqîqet û edaletê biqêrîn. Em ê direw û hileyên pehlîvanên sextekar dinava hemû jiyanê de wekî sîleyekê herdem linava çavê wan bidîn."
Dayîka Hasan Ocak Emîne Ocak jî diyar kir ku ji ber li kurê xwe geriya rastî gelek îşkenceya hat. Ocak, anî ziman ku polîsan gelek caran bi ser mala wan de girt û berpirsiyarê windakirina kurê wê Wezîrê Karên Hundir û Midûrê Polîsan Mehmet Agar e.