Malbata Şenyaşar: Li dijî hiqûqa xurtan em ê bi ser bikevin
Malbata Şenşyar ku ji bo AKP'yiyên komkuj bêne darizandin çalakiya nobetê dike, diyar kir''Çi kesê xwedî rûmet doza me doza hemûyan e'' û got, ''Li bara hiqûqa xurtan em ê bi ser bikevin.''
Malbata Şenşyar ku ji bo AKP'yiyên komkuj bêne darizandin çalakiya nobetê dike, diyar kir''Çi kesê xwedî rûmet doza me doza hemûyan e'' û got, ''Li bara hiqûqa xurtan em ê bi ser bikevin.''
Nobeta Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji bo AKP'yiyên komkuj bêne darizandin û kurê wê were berdan didome.
Malbat çalakiya xwe ya roja 132'an ji ber ku dawiya heftiyê ye li mala xwe ya li Pirsûsê dike.
Malbata Şenyaşar weke her roja çalakiyê îroj î li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyameke nû da.
Di peyamê de hate gotin, ''Berxwedana Bogaziçi bi ser ket. Wekîlên gel bi sre ketin. Yên mafdar û biryardar bi ser ketin. Doza Şenyşar çi kesê xwedî rûmet doza wan e jî. Li bara hiqûqa xurtan wê helbet bi ser bikeve.''