Malbata Şenyaşar: Bila her kes were ber edliyeya Rihayê

Malbata Şenyaşar ku çalakiya 'Nobeta Dadê'' didomîne ban kir ku her kes were ber avahiya edliyê ya Rihayê û piştevaniyan wan bike.

Çalakiya Nobeta Dadê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 270’an de didome. Malbata Şenyaşar îro jî ji navçeya Pirsûsê hat pêş edliyeyê û çalakiya xwe ya nobetê berdewam kirin. 
 
Ferît Şenyaşar ê derbarê nobeta ku 9 mehên xwe temam kirin de axivî wiha got: “Têkoşîna me ya edaletê ya li pêş edliyeyê îro 9 meh li pey xwe hişt. Herkes baş dizane ku li Edliyeya Rihayê bi awayekî aşkere bêhiqûqî, bêedaletî tê kirin. Kesên li Tirkiyeyê qala bêedaletî û bêhiqûqiyê bikin bila werin 10 deqîqeyan li pêş Edliyeya Rihayê bisekinin. Ku zilmeke çawa tê kirin û bêhiqûqiyeke çawa heye bibînin. Heke li Tirkiyeyê helal kirinek hebe divê ev li pêş Edliyeya Rihayê dest pê bike. Ji bo piştevaniyê em li bendê ne ku herkes were vê derê.”