Malbat li Amed û Êlihê ji bo xizmên xwe yên winda hatin ba hev
Mafparêz û xizmên windayan, ji bo kesên dewletê ‘dane windakirin’ li Êlihê û Amedê hatin ba hev.
Mafparêz û xizmên windayan, ji bo kesên dewletê ‘dane windakirin’ li Êlihê û Amedê hatin ba hev.
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê Amedê, çalakiya bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û fail bên darizandin” hefteya 764’emîn çalakî li dar xist. Çalakî wek her hefteyê li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolûyê hat lidarxistin. Xizmên Windayan û mafparêz tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan.
Mafparêzan, vê hefteya çalakiyê li aqûbeta Ahmet Bîçîmlî (55) yê 20’ê îlona 1994’an li Farqînê ku navçeyeke Amedê ye, hatiye revandin û careke din tu salix jê nehatiye girtin, hat pirsîn.
Rêveberê ÎHD’a Amedê Yakûp Guven destnîşan kir ku ew ê her li aqûbeta windayan bipirsin.
Rêveberê ÎHD’a Amedê Bawer Çîndemîr jî nivîsara serpêhatiya windakirina Ahmet Bîçîmlî xwend.
Serpêhatiya windakirina Bîçîmlî wiha ye:
“Ahmet Bîçîmlî yê 55 salî, zewîcî bû û bavê heft zarokan bû. Li gundê Korîtê bi ser navçeya Farqînê ve dijiya. Di navbera sala 1994’an de bi hevjîna xwe û bi jinbira xwe re ji bo biçin Farqînê ji gund derketibûn rê, di rê de komek endamên Hizbullahê yê serçav girtî Ahmet Bîçîmlî disekinînin. Gava bi kesên ku dixwazin nasnameyan û li ser wan binêrin re dikeve niqaşê gefên wekî “divê hay ji xwe hebî’’ lê dixwin. Carekê jî gava ew û hevjîna xwe tenê bûne jî ji bo li nasnameya wî binihêrin Ahmet Bîçîmlî disekinînin.Tim gef lê dihat xwarin, bi navbeynkariya gundiyan ji Ahmet Bîçîmlî re peyam dişandin û digot: ‘’bila li vir û li wir peyvên bi me re eleqedar neke’’.
HIZBULLAH WÎ DIREVÎNE
Pênc meh piştî van bûyeran di 20’ê îlona 1994’an de dîsa gava diçin Farqînê li nêzê gundê Heremşeytanê dîsa Hizbullah pêşiyê li dibire. Li gor salixdanên şivanên li herêmê ew girê dane û bi zorê li erebeyê siwar kirine û birine. Şivanê ku wê rojê bûyerê dibîne, piştre înkar dike û naxwaze şahidiyê bike.
Gava êvarê nehat malê malbata wî qilqilîn ji nasên xwe yên ku wê rojê çûne Farqînê Ahmet pirisîn lê agahî negirtin. Hevjîna wî bi kurê xwe re çû Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Farqînê li aqûbeta Ahmet pirsî lê ji wîr jî tu agahî negirtin. Malbatê haya hemû nasên xwe pê xist. Kesên ew roj çûn Farqînê dest bi gera li Ahmet Bîçîmlî kir.
Cihê ku navê wî nayê bîra Melîke Bîçîmlî lê gundekê dizanin stargeha Hizbullahê ye hîn bûn ku ew roj kesekî çavên wî girêdayî birine xistine wê stargehê. Gundiyên ku gotine em dikarin bibin navbeynkar ji wan re gotine bila hinek pere amade bikin belkî bi wî awayî bikarin Ahmet Bîçîmlî xilas bikin. Malbat pereyan amade dike lê tu encamê jê nagirin.
Malbat sê sal piştî revandina Ahmet ji neçariyê hemû heywanên xwe bi erzanî difiroşe û bar dike Êlihê. Malbat ji hemû serlêdanên dike tu encamê nagire. Ji wê rojê ve ye ku tu agahî ji Ahmet Bîçîmlî nayê girtin.’’
Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna Bîçîmlî û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
ÊLIH
Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 600’î de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li serê Rêya Gulistanê çalakiya “Bila winda bên dîtin û fail bên darizandin” li dar xist. Rêveberên ÎHD, mafparêz, xizmên windayan, rêveberên OHD, MEBYA-DER’ê, Baroya Êlihê, HDP, DBP, Partiya Çepên Kesk, Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê û gelek welatî tev li çalakiyê bûn. Pankarta bi nivîsa “Bîra hevpar li pey şopa edalet û heqîqetê ye, hefteya 600’emîn” hat vekirin. Hêjayê gotinê ye ku vê hefteyê gelek kes tev li çalakiyê bûn.
Hevseroka ÎHD’a Êlihê Rumeysa Denîz Kaya daxuyanî xwend. Kaya destnîşan kir ku divê ku dewlet tavilê bi rastiya windayan û raboriyê re hevrû bibe û bi taybetî di salên 90’î de li ser erdnîgariya wan şerek dijwar qewimiye û di şer de dîsa wek her dem sivîlan bedel daye. Kaya anî ziman ku li ser rûyê vê erdnîgariyê hê jî sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin û xwest Komîsyona Lêkolîna Heqîqetan û Hevrûbûna Raboriyê bê avakirin û darizandin bi awayekê bandorbar bê kirin û fail tev bên darizandin.
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.