Malbat ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin

Malbat ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û xizmên Cûmalî Karsû û Şêxmûs Poyraz ên ji doza PKK'ê girtî ji bo hevdîtinê bi xizmên xwe re pêkbînin ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ketin.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, xwişka Cûmalî Karsû Pervîn Odûncû û xwîşka Şêxmûs Poyraz Felek Poyraz ji bo hevdîtina asayî ya ji 2 hefteyan carekê bi xizmên xwe yên li Girtîgeha Îmraliyê tên girtin pêk bînin serê sibê hatin Gemlîkê. Mehmet Ocalan dema ji bo karên wan li Qereqola Cendirmeyan ya Gemlîkê bikin radiwestin pirsên rojnamegeran bersivandin û wiha got: "Ger rayedar mafên me bidin em dê îro biçin Girava Îmraliyê. Ev hevdîtinekî malbatê ye. Ev yek ji bo siyaset û polîtîkayê nîne. Lê em nizanin em dê li wir çi biaxivin." Ocalan diyar kir ku, ew naxwaze têkildarî pêvajoyê de nirxandinan bike û wiha axivî: "Heke em vegeriyan dibe ku ez yek û du peyvan bêjim. Tiştên me dîtin ez dê bêjim."

Piştî karên fermî malbat ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ketin.