BDP’ê xwest ku mafên hevzayendan di makeqanûnê de bên mîsogerkirin û bikevin bin ewlehiyê. Lê AKP’ê bi hinceta ne li gorî exlaqê giştî ye, li dijî parastina nifşê mirovan û red kir.
Di Komîsyona Lihevkirina Makeqanûnê ya Meclîsê de BDP’ê bi pêşniyara “mafên hevzayendan” xwest ku mafên hevzayedan jî di makeqanûnê de bê parastin. Ev pêşniyara BDP’ê pêşniyara “parastina li dijî qewirandina civakî” ya CHP’ê bi hinceta “ne li gorî exlaqê giştî ye”qebûl nekir û ji ber wê jî nekarîn dest bi nivîsandina rêgeza “wekheviyê” jî bikin.
Ji ber ku Serokê Meclîsê Cemîl Çîçek li derveyê welêt bû, Komîsyona Lihevkirina Makeqanûnê ji bo nivîsandina beşên “mafên sereke û azadiyan” û “rêgezên bingehîn” li hev civiya.
Hat diyarkirin ku Komîsyona Nivîsandinê, li ser rêgezên bingehîn wiha nivîsand; “Bê cûdahiya ziman, ol, mezheb, bawerî, nijad, reng, zayend ( nasmeya zayendan), nêrîna siyasî û sedemên din her kes li hemberî hiqûqê wekhev e.” Lê gotûbêj li madeya sêyemîn hatin kirin. BDP’ê xwest ku di madeya sêyemîn a bi sernava “Wekheviyê” de bi aşkereyî “nasnameya zayendî” ya ku rê dide zewacên hevzayendî, têde cih bigire.n Lê AKP’ê bi hinceta ne li gorî exlaqê giştî ye, li dijî parastina nifşê mirovan û red kir.