Madeyên hişberê yên dewlet desteser dike, çi dike?
Madeyên hişberê yên dewlet desteser dike, çi dike?
Madeyên hişberê yên dewlet desteser dike, çi dike?
Parlementera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata ji wezîrê karên hindir Muammer Guler pirsa madeyên hişberê yên di navbera salên 2010-2013’ande li tevaya Tirkiyeyê çend hatine destserkirin û ev çawa hatine îmhakirin, pirsî.
Ata di pirsenameya xwe de bibîrxist ku li Edliyeya Amedê ‘Depoya Parastinê ya Edliyê’ 328 kîlogram eroîn, 55 kilogram esrar, 97 kîlogram kenewîra hînstê û ligel 11 hezar û 715 hebên capton hatine dizîn.
“Di kîjan operasyonê de hêzên parastinê madeyên hişber desteser kirine, ger girêdayî mijarê doz hatibe vekirin heta cezayê sûcdar bê diyarkirin, ev madene di depoyên parastinê de tên ragirtin. Ev madeyên ku di ‘Depoyên Parastinê yên Edliyê’ pêwiste ku piştre bêne şewitandin û tinekirin.” Dîsa Ata ji Wezîrê karên Hindier ev pirs kirin:
Di navbera salên 2010-2013’an de di operasyonên ku ji aliyê hêzên parastinê ve hatine kirin de çend ton madeyên hişberê desteser kirine? Nîtelîka van madeyên ku xistine dest çiye?
Di navbera salên 2010-2013’an li tevahya Tirkiyê ji aliyê hêzên parastinê ve di aperasyonên ku hatine kirin çend ton madeyên hişberê hatine desteseririn? Ev madeyên ku xistine dest li kîjan beşan têne parastin? Girêdayî madeyên hişberê di beşên parastinê de girêdayî rayeyê, ewlehiya parastinê çine?
Di navbera salên 2010-2013’an de rêjeya madeyên hişberê yên ku ji aliyê hêzên parastinê ve hatine desteserkirin ku li beşên peywendîdar hatine hilgirtin û piştre hatiye ragihandin ku hatine dizîn çende? Bajarên ku ev made lê hatine dizîn kîjanin?
Di navbera salên 2010-2013’an de madeyên hişberê yên ku ji cihên beşê parastinê hatine dizîn, lêpirsînên ku li ser hatine kirin, kesên ku gumanbar hatine dîtin û hêzên parastinê ku derbarê wan de doz vekirine û hejmara Wezareta Edaletê ya personel çende? Hejmara personelên ku di vê mijarê de ceza girtine çende?
Madeyên hişberê yên ku ji aliyê hêzên parastinê ve hatine desteserkirin, kar û barên tinekirinê çawa pêk anîne? Di navbera salên 2010-2013’an de çend ton madeyên hişber hatine tinekirin? Xebatên tinekirinê çawa hatine pêk anîn?