Qiralê Swêdê Carl Gustav dayina xelata ji bo keça 19 salî ya ku hêjayê “Xelata Lehenga Salê ya Hawirdorê” hate dîtin red kir. Hawirdorparêz û rêxistinên sivîl nerazîbûn nîşanî vê yekê dan û diyar kir ku Qiral Carl Gustav li hemberî kesên hawirê diparêzin, talankerên xwezayê diparêze û alîgirê wan e.
Li Girava Gotland a Swêdê, ji bo vekirina ocaxa kisilê, dar dihatin birrîn. Hawirdorparêzan li hemberî vê yekê berxwedaneke bêhempa nîşan dan. Hawirdorparêz şevê li ber daran razan û bi gelek çalakiyên din ku bi ser ketin ku dawî li birrîna daran bînin. Forma Jiyana Xwezayî ya Cîhanê (WWF) xwendekara 19 salî Alva Snis Sigtryggsson a ku pêşengiyê ji vê berxwedanê re kir weke “Lehenga Salê ya Hawirdorê” bi nav kir û hêjayê xetalê dît
Ev 3 sal in ev xelat li paytext Stockholmê bi merasimekê ji aliyÊ Qiralê Swêdê Carl Gustav tê dayin. Lê bi hinceta “nebe alîgirê gotûbêjan” dayina xelatê red kir. Ji ber vê jî berpirsê WWF’yê bi xwe xeletê da Sigtryggssonê. Qiral jî tenê beşdarî merasima dayina xelatê bû.
Qiralê Swêdê beriya demekê madalya bi stûyê dîktatorê Erebîstana Siûdî Qiral Ebdullah ve kiribû û ev yek li rastî nerazîbûnên saziyên sivîl hatibûn.
Berdevka Çapemeniyê ya WWF’yê Marie von Zeipel diyar kir ku Alva Snis Sigtryggssonê xelatê heq kiriye û hewesta Qiral rexne kir. Serokê Baskê Ciwanan ê Partiya Hawirdorparêz a Keskan Björn Lindgren diyar kir ku Qiral xelatê dide dîktatorê Erebîstana Siûdî Qiral Ebdullah, lê xelatê nade keçek ciwan a ku ji ber hawirdorparêziyê xelat wergirtiye.