MAD: Hêzên muxalefetê yên Sûriyeyê hevparê qirkirina gelê Kurd in

MAD: Hêzên muxalefetê yên Sûriyeyê hevparê qirkirina gelê Kurd in

Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyeyê (MAD) diyar kir ku li herêmên Girê Spî, Til Hasil û Til Eranê li dijî gelê Kurd kiryarên jenosîdê tên kirin û hêzên muxalefetê yên Sûriyeyê jî hevparên vê kiryarê ne.

Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyeyê (MAD) di derbarê kiryarên qirkirinê yên komên çete li Girê Spî, Til Hasil û Til Eranê de yên li dijî gelê Kurd pêk tên daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku ev kiryarên qirkirin û jenosîdê ne. MAD'ê diyar kir ku ev komên çete bi Encûmena Niştimanî ya Sûriyeyê, Koalîsyona Sûriyeyê û Artêşa Azad re di nava têkiliyan de ne, ev tê wê wateyê ku ev hêz jî hevparê jenosîdê li dijî gelê Kurd in.

Di daxuyaniya MAD'ê de ev xusûs hatin destnîşankirin: "Gelê Kurd ê li herêmên Girê Spî, Til Eran û Til Hasilê 10 roj in ji aliyê Komên çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra ve rastî êrîş û kiryarên qirkirinê tên, bi dehan jin û zarok hatin qetilkiriin, malên welatiyan hatin talankirin, şewitandin û bi armanca valakirinê welatî ji cihê wan têne koçberkirin."

MAD'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev kiryarên komên çeteyan li dijî hemû zagonên navneteweyî û Peymana Cenevreyê ne.

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em bang li hemû rêxistinên huqûqî yên navneteweyî dikin ku zextê li hêzên muxalefeta Sûriyeyê û Artêşa Azad bikin ku qirkirina li dijî gelê Kurd li Girê Spî, Til Hasil, Til Eran, Reqqa û Helebê rawestînin.”

MAD'ê di dawiya daxuyaniya xwe de ji civaka navnetewî xwest ku çavdêrên navneteweyî bişînin herêmê.