Lînda ya Cezayîrî: Kobanê welatê min ê duyemîn e

Lînda ya Cezayîrî: Kobanê welatê min ê duyemîn e

Lînda Elî Şelebî destnîşan kir ku Kobanê welatê wê yê duyemîn e û got, "Ez li Kobanê me û natirsim. Dizanim ku YPg û YPJ wê me biparêze. Ji wan piştrast im. Bawerim ku wê bi ser bikevin. Ji ber ku ew mafdar in. Ji DAIŞ'ê re jî vê dibêjim; We navê Îslamê hilgirtin e, lê Îslam serî jê nake. Hûn Misilman nînin, hûn çete ne."

Lînda Elî Şelebî Erebek ji Cezayîrê ye. Hevserê wê jî Kurdekî ji Kobanê ye. Lînda li Cezayîrê hevserê xwe nas kir û piştre pê re zewicî. Piştî ku 6 salan li Cezayîrê jiyan, li Kobanê bicih bûn û 7 sal in li Kobanê jiyana xwe didomînin. Di demên destpêkê yên êrîşên giran ên çeteyên DAIŞ'ê li hemberî Kobanê de, ji bo demekê Kobanê terikand, lê piştre careke din li Kobanê vegeriya. Bi çeka di destê xwe re, ji şervanen YPG/YPJ'ê yên kolana wan diparêzin re xwarinê çêdike. Lînda dibêje, "Kobanê welatê min ê duyemîn e."

'MAL, MILK Û WELATÊ MIN KOBANÊ YE'

Lînda anî ziman ku dema ew nû hat Kobanê zehmetî kişandiye û got, "Bi taybetî di mijara ziman de min zehmetî kişand. Piştre hînê Kurdî bûm û bi sedan hevalên min çêbûn. Min firsen dît ku Kurdan û çanda wan nas bikim. Min ti carî xwe li xerîbiyê nedît. Êdî mal, milk û welatê min Kobanê ye. Dema êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê destpê kirin, hevserê min ji min xwest, ku ji Kobanê derkevim. Lê belê min nikarî bû ji Kobanê biqerim. Di navbera Kobanê û Cezayîrê de cudahiyek ji bo min nîne. Min li Kobanê ti carî jiyana xerîbiyê nejiya."

Lînda diyar kir ku mirovên ji ber êrîşên DAIŞ'ê dest ji mal û milkên xwe berdan û koç kirin, bandoreke mezin li wê kirine û got, "Ji destê min tiştek nedihat û mîna YPJ'ê min nikarîbû rahişta çekê û li ber xwe bida. Cara yekemîn nebû ku min şer dît. Min berê li Cezayîre jî şer dît. Ya rast, gelê Kurd gelekî pir berxwedêr e. Wê bi saya vê berxwedanê bi ser bikeve."

BANGA LI JINÊN CEZAYÎRÎ

Lînda dibêje, "Ez li Kobanê me û natirsim. Dizanim ku YPg û YPJ wê me biparêze. Ji wan piştrast im. Bawerim ku wê bi ser bikevin. Ji ber ku ew mafdar in. Ji DAIŞ'ê re jî vê dibêjim; We navê Îslamê hilgirtin e, lê Îslam serî jê nake. Hûn Misilman nînin, hûn çete ne" û vê bangê li tevahiya mirovahiyê dike: "Bang li her kesên alîgirên biratî û demokrasiyê dikim ku xwedî li Kobanê derkevin. Ji jinên li Cezayîrê re dibêjim; Jin ji bo mafên xwe bi dest bixin li vir gelekî bi pêş ketin. Hûn jî dikarin werin vir û ji bo tevahiya jinên cîhanê têbikoş in."