Lijneya Bilind a Hilbijartinê: Wê di 14’ê Gulanê de hilbijartin were kirin
Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) diyar kir wê hilbijartin di 14’ê Gulanê de were kirin.
Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) diyar kir wê hilbijartin di 14’ê Gulanê de were kirin.
Piştî ku biryarnameya derbarê dîroka hilbijartinê ya ku serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan îmze kiribû di Rojnameya Fermî de hate weşandin, serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Ahmet Yener daxuyanî da. Yener diyar kir wê hilbijartina giştî û ya parlementeriyê di 14’ê Gulanê de were kirin.
Serokê YSK’ê diyar kir heke hilbijartina serokkomariyê bimîne ji tûra duyemîn re wê di 28’ê Gulanê de biryarê bidin.