Meclîsa Gelê Kurd a Zurîhê vê hefteyê jî ji bo kapmanyaya îmzeyan a “Ji Ocalan re Azadî” standek îmzeyan danî.
Kampanyaya îmzeyan a ku bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji aliyê Înîsiyatîfa Ji Ocalan re Azadî di 6’ê îlonê de li Brukselê hate destpêkirin, berdewam dike.
Meclîsa Gel a Zurîhê ku di çarçoveya kampanyayê de hefteya borî stand vekiribû, vê carê jî li navenda bajêr satnd vekir. Di standa bi posterê mezin ê Ocalan hatibû xemilandin de gelek Swîsreyiyan îmze dan.