Standa li Zûrîhê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate vekirin, li rastî eleqeyek mezin hat.
Di çarçoveya kampanyayê de ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalna hate destpêkirin, Kurdên li bajarê Swîsre Zurîhê jî zend û bendan badan. Meclîsa Gel li navenda bajêr standa îmzeyan vekir.
Her wiha pankartek mezin a bi Almanî ya ji bo kampanyayê hatiye amadekirin, hate vekirin û vê yekê rê li ber eleqeyek mezin vekir. Hat diyarkirin ku bi sedan îmze hatin komkirin
Kesên hatin serdana standê jî pirsên derbarê Ocalan û Kurdistanê de pirsîn û sohbet kirin. Dê rojên çarşem û şemiyê jî stand bên vekirin.
Li aliyeke din komîsyona Jinan a Meclîsa Gelê Kurd a Baselê ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger a ku ji aliyê girtiyan ve hatiye destpêkirin, dê îro saet di 17.00 de çalakiyekê li dar bixe. Komîsyonê di daxuyaniya têkilarê çalakiyê hate dayin, de hate xwestin ku hemû gelê Kurd û bi taybet jî jin li hemberî vê greva birçîbûnê bihîstiyar bin û beşdarî çalakiyê bibin.