Li Zanîngeha Dîcleyê 2 kes hatin binçavkirin

Endamên SGDF’ê yên ku xwestin li Zanîngeha Dîcleyê çalakiyê bikin, hatin binçavkirin.

Endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) xwestin îhmalên li wargehên Saziya Wargehên Krediyê (KYK) ku li gel mirina Zeren Ertaş a bi karesata asansorê ya li Aydinê di van rojên dawî de her tim di rojevê de ne li Zanîngeha Dîcleyê şermezar bikin.

Ciwanên SGDF’î ku xwestin bikevin xwaringeha Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê ji aliyê Yekeya Ewlehiya Taybet (OGB) ve hatin derbkirin û bi paş ve hatin kelemçekirin. Polîsên sivîl ên di dema mudaxileyê de hatin cihê bûyerê 2 ciwan binçav kirin.

Polîsan û OGB’ê gef li xwendekarên xwestin piştevaniyê bidin ciwanên hatin binçavkirin xwarin.