Li Zanîngeha Artûklûyê 70 kes hatin binçavkirin

Li Zanîngeha Artûklûyê 70 kes hatin binçavkirin

Li Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê, di çarçoveya lêpirsîna li ser nelirêtiya di îhaleyan de tê meşandin, zêdeyî 70 kes hatin binçavkirin.

Li Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê, di çarçoveya lêpirsîna bi hinceta nelirêtiya li ser îhaleyan tê meşandin de, operasyon dewam dike. Polîsên ser bi Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê, li dû lêkolînên li hemû enstîtu û fakulteyên zanîngehê de zêdeyî 70 personel kirin binçavan. Hat ragihandin ku 40 ji binçavkiriyan di kontrola tenduristiyê re hatine derbaskirin û li Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê tên ragirtin.

Di çarçoveya lêpirsînê de ji bo îfadedayînê bang li Alîkarê Rektorê Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê Kadrî Yildirim, ji Fakulteya Hunerên Bedew Prof. Dr. Zekiye Sarikaltal, Sekreterê Giştî yê Zanîngehê Suleyman Baybûrt û Alîkarê wî Sedat Gul, hat kirin.