Li Yemenê li dijî baregeha leşkerî êrîş: 15 kuştî

Li Yemenê li dijî baregeha leşkerî êrîş: 15 kuştî

Hate ragihandin ku, li Yemenê bi wesayîtekî tejî teqemenî li dijî baregehek ya leşkerî êrîşa xwekujiyê pêkhatiye û di encamê de 15 leşker hatin kuştin û herî kêm jî 15 leşker birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku rayedaran dayîn, li dijî baregeha leşkerî ya li herêma Şakra ya eyaleta Abyanê bi wesayîtekî tejî teqemenî êrîşa xwekujiyê pêkhatiye. Hate ragihandin ku, çalakvanê xwekujiyê kariye wesayîta tejî teqemnî ji noqteya kontrolê derbaz bike û li baregeha leşkerî teqînê pêkbîne. Di encama teqînê de 15 leşker mirin û 15 leşker jî birîndar bûn.

Tê texmîn kirin ku êrîş ji aliyê El Qaîdeyê ve hatibe pêkanîn. Ev saleke li eyaleta Abyan ya di bin kontrola El Qaîdeyê de pevçûnên mezin rû didin. Piştî operasyonên DYA û alîkariyên welatên derdor El Qaîdeyê xwe paşve kişand lê bi textîkên gêrîlayan çalakiyên xwe zêde kirine.