Li Wanê krîza aborî hate şermezarkirin: Desthilat divê îstîfa bike
Rêxistina Bajêr a Wanê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo krîza aborî çalakiyeke protestoyî kir û xwest ku hikûmet îstîfa bike.
Rêxistina Bajêr a Wanê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo krîza aborî çalakiyeke protestoyî kir û xwest ku hikûmet îstîfa bike.
Wekîlê HDP'ê Murat Sarisaç, Rêveberên HDP'ê û DBP2ê, Meclîsa Dayik3en Aştiyê, endamên TJA, DÎSK û KESK'ê li çalakiya li navenda bajêr hazir bûn.
Di çalakiya de pankarta bi nivîsa, ''demildest îstîfa, em ê biguherînin'' hate vekirin. Rêveberê HDP'ê yê Bajêr Ibrahîm Acar got li Tirkiyê pergala aborî û hiqûqê hilweşiyaye.
Acar bi berdewamî diyar kir AKP li şûna ku probleman çareser bike, bûye kana probleman û got, ''AKP berê xwe daye şer, rand û alîgiran, haya wê ji rewşa gel tine.''
Acar diyar kir yek ji sedema sereke ya krîza aboriyê çaresernekirina problema Kurd e, bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û polîtîkaya tecrîdê ya li ser girtiyên din û got ev jî sedema sereke ya krîzê ye.
Acar got, ''Biya me divê ev desthilat demildest îstîfa bike. Ev desthilat divê îstîfa bike û demildest hilbijartin çêbibe. Bi vê desthilatê re her roj keda me, aramiya me kêm dibe, destê me teng dibe. Ji ber vê em dibêjin zû îstîfa bikin û em biçin hilbijartinê.''