Li Wanê bi hezaran cejna vejînê pîroz kirin
Li Wanê bi hezaran cejna vejînê pîroz kirin
Li Wanê bi hezaran cejna vejînê pîroz kirin
36. salvegera damezirandina PKK’ê li Wanê bi şahiyeke heybet hat pîrozkirin.
Bi munasebeta 36. salvegera damezirandina PKK’ê li Wanê li pişt garaja îtfaiyeya kevin şahiyek hat lidarxistin. Bi hezaran kesên ku di nav wan de hevserok, hevşaredar û rêveberên bajêr û û navçeyan ên DBP’ê û HDP’ê, DOKH, MEYADER, TUYAD-DER, Meclîsa Dayikên Aştiyê jî ku hebûn tevlî merasîmê bûn.
Di şahiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kadroyên pêşengen ê PKK'ê Hakî Karer hatin hildan. Di pîrozbahiyê de pankartên "Ciwan salvegera 36'emîn bi ruhê şoreşgerî silav dikin", "Şiyarbûna 36'emîn li gelên bindest pîroz be" hatin hildan û dirûşmên, "Bijî PKK", "‘Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.
Di şahiya bi heybet de destpêkê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêzgirtin pêk hat. Li ser navê komîteya amadekar a şahiyê Newroz Urun got, “Di van rojên dîrokî de em bi we serbilind in. Di serî de li Kobanê û Şengalê dîroka me bi pêvajoyên berxwedanê yên bêhempa tijî ne.”
Piştî Urun Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Wanê wiha axivî: “Çavên we ronî Mazlum Dogan, çavên we ronî Hakî Karer, çavên we ronî Kemal Pîr. Berxwedana ku we bi 5-6 kesan destpê kir îro gihişt mîlyonan.”
Aktîvîsta Meclîsa Dayikên Aştiyê Hanîke Koçak jî got, “Birêz Ocalan dibêje Aştî, Erdogan dibêje şer. Bi DAIŞ re dibin yek û êrîşî gelê Kurd dikin. Feraseta Erdogan a çareseriyê ev e. Em vê qebûl nakin.”
Şahî piştî stranên komên muzîkê yên NÇM’ê, fîşekên hewayî û govendê bi dawî bû.