Li Wanê 13 kes hatin girtin

Li Wanê 13 kes hatin girtin

Li navçeyên Erdîş Ebex û Bêgirê yên Wanê ji 20 kesên ku hatibûn binçavkirin jê 13 kes hatin girtin.

Li navçeyên Bêgirî, Ebex û Erdîşê yên Wanê di 15 gulanê de bi fermana Dozgeriya Komarê yê Bi Rayeya Taybet ya Wanê di serdegirtina malan de 20 kes hatin binçavkirin. Piştî îfadeyê 20 kesan li Midûriyeta Polîsan bi dawî bû, duh sewqî dozgeriya Wanê hatin kirin. Di serdagirtinên li Bêgirê de edamên Meclîsa Şaredariyê Bahattîn Sayan û Songul Akbulut, li Ebexê jî bavê Îbrahîm Atabay ê ku pêrar ji aliyê leşkeran ve hate kuştin Nûnerê MEYA-DER'ê yê navçeyê Gafur Atabay û li Erdîşê jî Serokê Rêxistina BDP'ê yê Eganisê Nurî Tunç, Rêveberê BDP'ê yê navçeyê yê berê Şevket Ulugana, Serokê Şaxa KURDÎ-DER'ê Cevdet Zîlanli, rêveberên KURDÎ-DER'ê Necmettîn Açik û Omer Sayiner, Nûnerê MEYA-DER'ê yê Erdîşê Zekî Îşcan, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Eganisê yê berê Mehmet Gurbuz, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Erdîşê Mehmet Siddik Geçer, Endamê KCD'ê Abdurrahman Çagan, Endamê KCD'ê Cevdet Avci, Nûnerê TUYAD-DER'ê yê Erdîşê Fevzî Can, Endamê Meclîsa Şaredariyê Mahmut Çelebî, Rêveberê BDP'ê yê navçeyê yê berê Abdulah Akin, esnaf Nevzat Zîlanlî û Sadik Îş, Bahattîn Gezer û keseke navê wî nehate zanîn hatibûn binçavkirin.

20 kes di dorpêça polîs û wesayîtên zirxî de sewqî dozgeriyê hatin kirin. Ji 20 kesan Bahattin Sayin, bavê Îbrahim Atabay û nûnerê MEYA-DER'ê Gafur Atabay, Nevzat Zilanli û Sadik Îş serbest hatin berdan. 16 kesên din bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Giran ya Wanê kirin. Piştî îfadeya li dadgehê Fevzi Can, Cevdet Balikçi, Cevdet Zilanli serbest hatin berdan. Heyeta dadgehê der barê 13 kesên bi navê Mehmet Siddik Geçer, Nuri Tunç, Mehmet Gurbuz, Abdullah Akin, Şevket Ulugana û Bahattin Gezer ên BDP'î, nûnerê MEYA-DER'e Zekî Îşcan, Cevdet Avci, rêveberên KURDÝ DER'ê Omer Sayiner û Necdettin Açık, Endamê KCD'ê Abdurrahman Çagan, endamên meclîsa şaredariyê yên BDP'î Mahmut Çelebi, Songul Akbulut bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" hatin girtin û şandin girtîgehê.