Li Viyanayê ji otobusa azadî ji Ocalan re eleqeyek mezin

Li Viyanayê ji otobusa azadî ji Ocalan re eleqeyek mezin

Gera otobusa Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re Azadî didome. Duh otobus li paytextê Awûstûrya Viyanayê bû. Li bajar otobus bi eleqeyekî mezin hate pêşwazî kirin.

Otobus sibehê di demjimêr 10’an de birê ket û di demjimêr 13’an de giha Viyanayê. Di ketina Viyanayê de çalakvanên otobusê bi awayek girseyî hatin pêşwazî kirin. Li vir qasî demjimêrekê dîlan hate girêdan. Piştre bi şeklê karwanî ketin nava bajar. Karwana bi 120 wesayîtan kete nava bajar. Li vir polîsan ji bo ewlekariya karwanê hemû rê girtin. Karwan kete yek jî qadên dîrokî û navenda Viyanayê. Li vir Awûstûraliyan eleqeyek mezin nîşanî karwanê dan. Hinekan destê xwe hejandin, hinekan jî tiliyên serkeftinê bilind kirin. Balkêş bû ku komekê jî li ser banê avahiyek mezin karwan temaşe dikir.

Piştre li Christiyan Broda yê mîtîng hate li darxistin. Nêzî 500 kes tevlî mitîngê bûn. Di beşa çandî ya mitîngeê de jî Koma Azadî derkete ser dike. Koma Raperîn jî ji herêmên cûda yên Kurdistanê folklore pêşkêş kir. Hozan Şemdîn û Hunermend Bawer Can jî konser da. Piştre çalakvana axaftin kirin. Halîme Goneç Kurdî, Hasan Acar Tirkî û Azad Avaşîn jî Elmanî axivî. Avaşîn ragihand ku, pêwîste ciwan pêşgentiya kampanya îmzeyan bikin. Her wiha ji bo piştgirî dayîn çalakiya girtiyên li zindana ku dikeve roja 40’mîn de bang li ciwana kir ku, çalakiyan pêkbînin. Avaşîn destnîşan kir ku, tenê bi azadbûna Ocalan dê li Kurdistan û Rojhilata Navîn aştî pêkwere. Avaşîn gotinên xwe bi, “Me ciwan destpêkir, em dê ciwan biser bikevin” bidawî kir.

Di çalakiyê de li ser navê Federasyona Elewî û Partîzana jî axaftin hatin kirin. Her du saziyan jî piştgiriya xwe ya bi kampanya îmzeyan ya ji bo azadiya Ocalan diyarkirin.

Bi dirêjahiya mitîngê bi standên hatibûn danîn bi sedan îmze hatin komkirin. Çalakvanê Hollandî yê eslê xwe ji Endonezyayê Henrî Dahlem ragihand ku, li gel tûra 3 hefte ya otobusan tena serê xwe 500 îmze komkirine.

Çalakî bi posterên Ocalan û bi sedan balonên sor-zer-kes yên berdane hewayê bidawî bû.

Piştre ji bo civîna Gel çûne mala Çanda Kurdan. Li vir Serokê Konfederesyona Komeleyên Kurdên li Ewropayê Îsmet Kem ji Kurdistaniyan re axivî û balkişande ser berxwedana li zindanan. Kem balkişande ser mirinên ku çêbibin û pêwîste demildest daxwazên çalakvana bêne bicih anîn. Weke din bang li rayagiştî kir ku di vê mijarê de bêhtir hişyar bin. Kem bal kişande ser girîngeiya kampyan îmzeyan ya ‘Ji Ocalan re Azadî’ û got; “Pêwîste her kesek destê xwe bixe bin kevir û îmzeyan kombike.”

Otobus dê ji Viyanayê derbazî bajarê St Pöldenê bibe. Li vir jî dê tûra xwe li Swîsreyê berdewam bike.