Şehîdên meha Gulanê li paytexta Awusturya Viyanayê hatin bîranîn. Kurdan bi nîşandana sînevîzyonê û kêliyên ji dîroka têkoşîn azadiya Kurdan Şehîdên Meha Gulanê bi bîr anî.
Çalakiya bîranînê li Komeleya Buroya Înformasyonê ya Kurdistanê ya li Viyanayê pêk hat û nêzî 100 kes beşdar bûn. Nivîsên der barê jiyana Hakî Karer, Denizan û Çaran ên di Zîndana Amedê de li hemberî faşîzma 12’ê Îlonê li ber xwe dan hatin xwendin û sînevîzyonên li ser jiyana wan hatin nîşandan.