Li bajarê Odessa yê Ukranyayê navenda ciwana ku piraniya wan ji ciwanên zanîngehê pêktê vebû. Serokê Komeleyên Kurdan yê Ukranyayê Georgî Gasanov, karmend û ciwan jî tevlî vekirina navendê bûn. Her wiha di çarçoveya kampanya ‘Ji Ocalan re Azadî’ standa îmzeyan hate danîn.
Li bajarê Odessa yê Ukranyayê di 13’ê Cotmeha 2012’an de navenda ciwana ku piraniya wan ji ciwanên zanîngehê pêktê hate vekirin. Navenda Ciwana weke şaxek ya Komeleyên Ukranya yên li Kîevê hate vekirin. Xebatên navendê weke, perwerdeya zimanê Kurdî, folklor, lêkolîna li ser çanda Kurdî, çalakiyên sportîv û civîn destnîşan kirin. Di merasima vekirina navendê de Serokê Komeleyên Kurdan yên Ukranyayê George Gasanov, karmand û gelek ciwan tevlîbûn.
Georgî Gasanov di axaftina xwe de balkişand ku, yekem care navenda çanda ciwana li Ukranyayê tê vekirin û weke pêngavek girîng nirxand. Her wiha anî ziman ku, di şoreşa Kurdistanê de ciwan rolê motorê dileyîzin. Di mijarê de rolê pêşeng yê jin û ciwana diyarkere. Bi vê boneyê berxwedana li girtîgehan silav kir û komploya 9’ê cotmehê jî şermezar kir.
Komîteya ciwana jî di merasima vekirinê de axaftinek kir û destnîşan kirin ku, ew dê faliyetên xwe biçalaktir birêve bibin û xwe bigehînin qismek mezin yê ciwana. Di vê çarçoveyê de ew dê çalakiyên çandî û şoreşgerî berfirehtir bikin. Komîteya ciwana anî ziman ku, li ser vî bingehî ew weke ciwan dê heya dawî piştgiriyê bidin vê pêvajoyê û li dijî feraseta dejenerebûnê bi îdeolojiya Rêber Apo birêve biçin.
Vekirina navendê bi dayîna koteylê bidawî bû.
LI ODESSAYÊ STANDA ‘JI OCALAN RE AZADÎ’ HATE DANÎN
Li bajarê Odessa yê Ukranyayê di çarçoveya kampanya navnetewî ya ‘Ji Ocalan re Azadî’ standekî komkirina îmzeyan ya du rojî hate danîn. Stand li qada Promorskî ku li bajarê Odessa cihê herî qelebalixe hate vekirin û ciwana îmze komkirin. Weke din xebatên kampanyayê li bajarên Odessa, Kîev, Xarkov, Xerson û Nîkolayevê jî didomin.