Li Tirkiyeyê betalî her diçe zêde dibe

Li Tirkiyeyê betalî her diçe zêde dibe

Li Tirkiyeyê betalî gihişt ji sedî 12.3’yî. Li tevayî Tirkiyeyê hejmara betalan li gorî daneyên TUÎK’ê  nêzî 3 mîlyonî ye.

Li gorî daneyên Saziya Îstatîstika Tirkiyeyê (TUÎK) li tevayî Tirkiyeyê hejmara kesên bêkar ê temenê wan 15 û di ser vî temenî re di meha Tebaxa 2014’an de 2 mîlyon û 944 hezar bû. Ji betalan 294 hezar (ji sedî 10) kesên ku yekem car li kar digerin.

JIN NIKARIN KAR BIBÎNIN

Dema daneyên TUÎK’ê tên nirxandin, tê dîtin ku  li Tirkiyeyê dîtina kar a ji bo jinan zehmet bûye û para ji dahata neteweyî digirin, bi awayekî mezin ferq dike.