Li Şirnex û Balikesîrê 16 kes hatin binçavkirin

Li Şirnex û Balikesîrê 16 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê rêveberên BDP'ê Ekrem Şavli û Yasin Oztaş, di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Li Balikkesirê jî xwendekarên zanîngehê û rêveberên BDP'ê jî di navde 12 kes hatin binçavkirin.

ŞIRNEX

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê polîsan bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de rêveberên BDP'ê Ekrem Şavlî li malê binçavkirin û ji ber ku Yasin Oztaş ne li malê bû li Cizirê binçav kirin. Şavli û Oztaş şandin Midûriyeta Polîsan ya Hezexê.

BALIKKESÝR

Yekîneyên Midûriyeta Polîsan serê sibê li navenda Balikesir û navçeyên wê Bandirma, Edremit û Ayvalıkê bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malande rêveberên BDP'ê Ramazan Ekinci, Sebahattin Enuştekin, Îrfan Aşar û xwendekarên zanîngeha Balikesirê Emrah Seçil jî di navde 10 xwendekarên zanîngehê hatin binçavkirin.